Îran gef li Tirkiyeyê dibe û dibêje emê bersif bidin

dibêje emê bersifa êrîşên Tirkiyeyê bidin
کوردستان TV
100%

Şer û pevçûnên li Îdlibê her diçe dijwartir dibin û Îran jî li ser mijarê hate deng û gef li Tirkiyeyê kir.

Li gor nûçeyeke rojnameya ilerihaber ya Tirkî, balyozxaneya Îranê ya li Dîmeşqê, huşdarî daye Tirkiyeyê û gotiye lazime heta sibê Tirkiye dawî bi êrîşên xwe yên bo ser artêşa Sûriyeyê li Îdlibê bîne.

Di daxuyaniya balyozxaneya Îranê de behsa vê yekê hatiye kirin ku eger êrîş bi dawî nebin vê demê Îran jî vê bersifa êrîşên Tirkiyeyê bide.

Weke tê zanîn Serokê Tirkiyeyê beriya niha gotibû lazime heta dawiya Sibatê Sûriye ji Îdlib û derdorê vekêşe beruvajî vê bi darê zorê ji Îdlibê artêşa Sûriyeyê derbixin. Herwiha nakokiyên navbera Tirkiye û Rûsyeyê li ser  mijarê jî her diçe aloztir dibin û şerê navbera artêşa Sûriye û Tirkiyeyê jî li Idlibê didome.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.