Komîteya taybet ya kontrol kirin û çavdêrî kirina bazarê ya ser bi Qamîqamiya Hewlêrê ragihand ku li Hewlêrê 17 kafe hatine daxistin.
Li gor daxuyaniya han ev 17 kafeyên han jiber pêbend nebûn bi şîretên wezareta tendirostî ya bo xwe parastin ji vîrosa Koronayê hatine daxistin.
Beriya niha wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihandibû ku lazime bo pêşî girtin ji belav bûna vîrosa Koronayê li kafeyan Nargîle neyê firotin û ev kafeyên ku Nargîle bifiroşin vê werin daxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin