5 parlementerên Îranî bi vîrosê ketine

bi tenê di nava 24 seatan de 205 kes bi vîrosê ketine
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniya Peyvdarê Serokatiya parlementoya Îranê, 5 parlementerên Îranê bi vîrosa Koronayê ketine.

Peyvdarê Serokatiya parlementoya Îranê Esedulah Ebasî eşkere kiriye ku cerbandinên nûjdariyê bo 100 parlementeran hatine kirin û di encam de derketiye ku 5 parlementar bi vîrosê ketine.

Li gor çapemeniya Îranê di nava 24 seatan de herî kêm 9 kesên din li Îranê jiber Koronayê mirine û zêdetir ji 200 kesên din jî bi vîrosê ketine.

Ji aliyeke din ve jêderên çapemeniyê yên cîhanî behsa vê yekê dikin ku heta niha zêdetir ji 200 kesn li Îranê bi vîrosê mirine.

N: E.G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.