Li Îdlibê leşkereke din yê Tirkiyeyê hate kuştin

du leşkerên din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve li Îdlibê didome.

Artêşa Sûriyeyê piştî kontrol kirina rêya M5, Heleb û derdorê Helebê, operasiyonên xwe yên li çiyayê Zawiye ya li Başûrê Îdlibê zêdetir kiriye û heta niha nêzî 10 gund li vê deverê jî kontrol kiriye.

Hate zanîn ku duhê bişev di encama operasiyonekê de bo ser cîhadiyan, leşkerekî Tirk hatiye kuştin û du leşkerên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn êwara roja pêncşem jî artêşa Sûriyeyê êrîşî ser cîhên cîhadiyan kiribû  û di encam de li gor zaniyariyan 33 leşkerên Tirk hatibûn kuştin û 50 leşkerên din jî birîndar bibûn.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.