Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li derveyî Çînê jî bi awayekî çapik belav dibe.
Li gor daneyên WHO’yê, roja Sêşemê li Çînê 411 bûyerên nû yên bi Covid-19 pêk hatin û li derveyî ew hejmar giheşt 427’an.
WHO’yê da zanîn Covid-19 ku li derveyî Çînê herî zêde li Koreya Başûr, Îran û Îtalya hatiye dîtin.
Serokê WHO’yê Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku ew belavbûna Covid-19 fikara çêdike, lê ewê ‘’pandemî’’ ranegihînin.
Bo ‘’pandemî’’ were ragihandin, divê nexweşî li welat û parzemînina were dîtin, ji mirovan derbazî mirovan be, kujer be û dermanê wê tune be.
WHO diyar dike ku ragihandina pandemiyê dê tirsa di nav gel de zêde bike.
Covid-19 di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin