Hikûmeta Siûdiyeyê ragihand ku bi mebesta pêşî girtin ji belav bûna vîrosa Koronayê, biryar daye daku cîhbicîh kirina heca omre û serdan kirina mizgefta Nebewî bo demek rawestîne.
Hikûmeta Siûdiyeyê herwiha eşkere kiriye ku bo pêşî girtin ji vîrosa Koronayê çend tedbîrên pêwîst stendiye û dezgehên têkildar çavdêriya rewşê dikin.
Weke tê zanîn vîrosa Korona yaku li Çînê derketiye niha li zêdetir ji 42 welatên cîhanê belav bûye û heta niha hijmareke zêde xelk jî jiber vê vîrosê canê xwe ji dest dane.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin