Şêniyên deverê dijî ava kirina kempê ne

kemp nêzî Şingalê tê ava kirin
کوردستان TV
100%

Piştî ku hikûmeta Îraqê biryar da daku li devera Zumarê ya li deşta Neynewayê kempek bo malbet û kesûkarên DIŞIiyên ku di nava kempên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dene, av bike, şêniyên deverê dilgiranî û dijatiya xwe li hember vê biryarê diyar kirin.

Pêkhateyên deşta Neynewayê bi taybetî Mesîhî û Êzidî behsa vê yekê dikin ku ava kirina vê kempê li deverê de bi wateya nêz kirina çavkaniya metirsiyane bo ser me û afirandina derfetê ye bo dubare bûna qir kirinan lewre em li dijî ava kirina vê kempê ne.

Herwiha çend firaksiyonên nava parlementoya Îraqê jî eşkere kiriye ku li dijî ava kirina vê kempê ne û nabe li vê deverê kempeke wisa were avakirin.

Tê pilan kirin di kempa han de yaku jêzî Şingalê ye 3 hezar û 200 kesûkarên DIŞIiyan werin bicîhkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.