Erdogan: Li ser civînê hîn jî lihev kirin tuneye

dibêje hîn jî li ser civîna çar alî me liheve nekiriye
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan beriya serdana xwe ya bo Azerbayicanê di presskonferansekê de diyar kir ku li ser mijara Îdlib û Lîbyayê di navbera Rûsye û Tirkiyeyê de kêşe hene û hewl bo çareser kirina wan kêşeyan didin.

Erdogan eşkere kir ku niha rayedarên pile bilind yên Tirkiye û Rûsyeyê li ser wan her du mijaran hevdîtinên xwe didomînin û biryare roja çarşemê jî şandeke din  ya Rûsî bo vê mebestê serdana Tirkiyeyê bike.

Erdogan anî ziman ku pirs Îdlibê yek ji wan pirsaye ku lazime bilez were çareserkirin û niha hewldanên me di vê warî de didomin.

Derbarê civîna ku biryare roja 5ê meha Adarê di navbera Tirkiye, Rûsye, Franse û Almanyayê de derbarê rewşa Îdlibê were lidar xistin got: Hîn jî lihev kirin çê nebûye.

WN: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.