Serok Barzanî li gel nunera Sekreterê NY li Îraqê kir

dilgiraniyên xwe li ser qirîza siyasî ya Îraqê diyar kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de behsa rewşa dawî ya Îraqê û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de her du alî giftûgo li ser metirsiyên heyî yên li berdem prosesa siyasiya Îraqê kirin û dilgiraniya xwe li hember aloztir bûna qirîza siyasî ya li Îraqê diyar kirin.

Di dawiya civînê de nîqaş li ser rêbaz û çareseriyên qirîza siyasî ya Îraqê û ser rast kirina prosesa siyasî hate kirin û Jeanine Hennis-Plasschaert amade bûna NY bo cîhbicîh kirina rola xwe di vê warî de diyar kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.