Zêdetir ji 2400 kesan canê xwe ji dest daye

rewşa zêdetir ji 10 hezar kesan metirsîdare
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Çînê belav kir ku ji roja yekem ya derketina vîrosa Korona yaku bi Kovid 19 tê nasîn heta niha bi giştî 2 hezar û 444 kesan canê xwe ji dest daye.

Komîteya netewî ya tendirostiya Çînê belav kir ku heta niha bi giştî 76 hezar û 936 welatî ku rewşa 10 hezar û 968 kesan cidî û metirsîdare, bi vîrosê ketine.

Herwiha hate zanîn ku heta niha nêzî 23 hezar kesên ku bi vîrosê ketibûn hatine dermankirin û çê bûne.

Ji aliyeke din ve li hin welatên din yên cîhanê weke Koreya Başûr, Avustiraliya, Îran û Kuwaitê jî hijmareke zêde welatî jiber vîrosa Koronayê canê xwe ji dest dane û bi tenê li Îranê heta niha zêdetir ji 6 welatiyan canê xwe ji dest dane.

WN: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.