Wezîrê veguhastinê yê Sûriyeyê Elî Hemûd ji kanala fermî ya Sûriyeyê re ragihand ku vê piştî 8 salan rêya M5 ya di navbera Dîmeşq û Şamê de dîsa were vekirin.
Elî Hemûd herwiha eşkere kiriye ku ji niha û pêde xelk dikarin bi asanî ji Dîmeşqê biçin Helebê û vegerin û karûbarên xwe cîhbicîh bikin.
Hemûd herwiha daye zanîn ku bo vekirina rêya şemendeferê ya di navbera Dîmeşq û Helebê de jî destpê kirine û di demeke nêz de ev rêya han jî were vekirin.
Weke tê zanîn rêya M5 û M4 ku rêyên navnetewî ne, di operasiyonên dawî yên artêşa Esed de bo ser cîhadiyan li Îdlibê hatine kontorolkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin