Biryare îro şeme hikûmeta herêma Kurdistanê li gel rayedarên her çar parêzgehên Kurdistanê û birêveberatiyên tendirostî yên her çar parêzgehên Kurdistanê bicive.
Armanc ji civîna han giftûgo kirin derbarê çawetiya rêkar û tebdîrên pêwîst bo rûbirû bûna vîrosa Koronayê ye.
Di civînê de vê hikûmet û rayedarên her çar parêzgehan bi berfirehî behsa wan tedbîrên bikin ku lazime bo pêşî girtin ji hatina Koronayê bo Kurdistanê, tên stendin.
Weke tê zanîn piştî belav bûna vê vîrosê li Îranê hikûmeta herêma Kurdistanê tedbîrên pêwîst stend, deriyên sînorî daxist û tîmên nûjdarî li deriyên sînorî bicîh kir û hatûçû jî qedexe kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin