Aldar Xelîl: Erdogan pişt li opozîsyona Sûriyeyê kiriye

erdogan dixwaze beriya 2023an herêmeke berfire dagîr bike
کوردستان TV
100%

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl derbarê rewşa Îdlibê de eşkere kiriye ku her di destpêkê de Erdogan pişt li opozîsyona Sûriyeyê kiribû û Heleb û derdorê Helebê bo ku ji destê çekdaran derkeve, ji çavê xwe derxistibû.

Aldar Xelîl di hevpeyvîneke xwe de ya li gel ajansa ANHAyê eşkere kiriye ku armanca Erdogan ji şandina leşkerên xwe bo Sûriyeyê parastina komên çekdar nebû belku dagîr kirina Sûriyeyê bû jiber ku Erdogan dixwest heta beriya 2023an ji Îdlibê heta Mûsilê deverê bi temamî dagîr bike.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.