Îtalya: Kurdistan bo kêm kirina aloziyan roleke giring lîstiye

dibêje Kurdistan roleke mezin di aramiya deverê de heye
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel wezîrê berevanî yê Îtalyayê civiya û piştî civînê li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 19/ 2/2020 li Roma li gel wezîrê berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini civiyan û di civînê de me behsa çend pirsên hevbeş û bihêztir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îtalyayê di tevahiya waran dekir.

Her di heman civînê de me tekez li ser giringiya berdewam bûna hevkarî kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bi taybetî di warê perwerde kirinê de kir û me jiber piştîvanî kirin û hevkarî kirina hêzên pêşmerge û herêma Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Îtalyayê kir û hêviya geşe kirina zêdetir ya têkiliyên heyî xwest.

Ji aliyê xwe ve wezîrê berevanî yê Îtalyayê rola hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo kêm kirina aloziyên deverê bilind nirxand.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.