Serokwezîrê herêma Kurdistanê li gel Papaya Vatîkanê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro çarşem 19/2/2020 li Vatîkan li gel Papayê Vatîkanê Papa Francisco civiyan.
Di civînê de me behsa rewşa niha ya Îraq, deverê û rewşa bihevre jiyana olî û etnîkî û rewşa Mesîhiyên Îraq û herêma Kurdistanê kir.
Me spasiya Papa kir ji bo peyam û şîretên vî yên bo bihêztir kirina rihê aştîxwazî, lêbûrîn û bihevre jiyana navbera gelan û pêkhateyên curbicur li cîhan, Îraq û deverê de.
Di berdewamiya civînê de me behsa rewşa niha ye herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bihevre jiyana olî û etnîkî kir û me daxwaz ji Papa kir daku serdana herêma Kurdistanê bike.
Ji aliyê xwe ve Qedaseta Papa stayîşa rola herêma Kurdistanê bo dabîn kirina rewşa aram ya bo tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî kir û spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir ku bûye penageheke aram bo sed hezaran aware û penaberan yên ku jiber tundûtîjî û rewşa deverên curbicur yên Îraq û Sûriyeyê berê xwe dana herêma Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin