Serokwezîrê Kurdistan û Vatîkanê civiyan

Vatîkan dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêz bike
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Vatîkanê civiya û piştî civînê derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 18/2/2020 li gel Serokwezîrê Vatîkanê Kardinal Pietro Parolin civiyan û di civînê de me giftûgo li ser rewş û pêşhatên Îraq, deverê û têkiliyên navbera Vatîna û herêma Kurdistanê kir.

Di berdewamiya civînê de me bi awayekî kurt behsa ezmûna herêma Kurdistanê di warê bihevre jiyana olî û etnîkî û hewldanên heyî yên bo bihêztirkirina çanda hevûdu qebûl kirinê û aştiy û aramiya gelan pêşkêş kir.

Me eşkere kir ku Kurdistan weke herêmeke aram li devereke têjî ji alozî de bûye penagehek bo parastin û hewandina sedan hezar koçber û awareyên navxweyî û derdorê, bi taybetî mehsîhiyan ku jiber rewşa aloz û gefên terorîstan malên xwe bicîh hêştine, tevahiya mafên olî û etnîkî xizmetgozariyên pêwîst li herêma Kurdistanê de bo wan hatine dabînkirin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Vatîkanê jî piştgîriya welatê xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û xwesteke xwe bo bihêztirkirina têkiliyên navbera Vatîkan û herêma Kurdistanê diyar kir.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de rola gelê Kurdistanê di şerê dijî teror û parastina tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bilind nirxand û silav û rêzên xwe yên taybetî pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Herwiha stayîşa hikûmeta herêma Kurdistanê kir li hember ev rola însanî ya bo dabîn kirina bihevre jiyana aştiyane û giringî dan bi tevahiya pêkhateyên olî û netewî yên deverê û hevbeşî pêkirina tevahiya wan rexmî cudatiyên raman û ol, lîstiye û mînakeke ciwan ya nirxên bilind yên mirovatî nîşan dide.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.