Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Îtalyayê civiya û piştî civînê derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;
Îro sêşem 18/2/2020 li Roma li gel Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte civiyan û di civînê de me giftûgo derbarê berfirtir kirina têkiliyên navbera Îtalya û herêma Kurdistanê û herwiha guhrtinên Îraq û deverê de kir.
Di berdewamiya civînê de jiber piştîvaniya bihêz ya Îtalyayê ya di şerê dijî DIŞIê û herwiha perwerde kirina hêzên pêşmerge, spasiya Îtalyayê kir û behsa pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo bihêz kirina ezmûna bihevre jiyana pêkhateyên olî û etnîkî li herêma Kuridstanê de kir û hêvî xwest çalakiyên hêlbirênerên Îtalî li herêma Kurdistanê de zêdetir bibin.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Îtalyayê amade bûna welatê xwe bo domandina hemahengî û piştgîrî kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirbû bûna DIŞIê diyar kir.
Nav hatî tekez li ser dostatiya û herêma Kurdistanê û bihêztir kirina têkiliyên welatê xwe li gel herêma Kurdistanê kir bi taybetî bo zêdetir kirina hêlbirîna Îtalî li Kurdistanê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin