Neteweyên Yekbûyî bo Îdlibê banga agirbestê dike

dibêje rewşa însanî gelek metirsîdare
کوردستان TV
100%

Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Îdlibê  ya li rojavayê bakurê Sûriyeyê banga agirbestê kir.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Mafên Mirovan yê NY’ê Mark Lowcock bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku kêşeya mirovî gihiştiye asteke ‘’pir dijwar’’.

Lowcock diyar kir ku ji meha Berfanbarê vir ve 900,000 kesên li herêma Îdlibê ji warên xwe derketine û got ku jiber kamp tije ne, ew di hewaya sar de li derve dimînin.

Wî bi berdewamî da zanîn ku dijî navendan sîvîlan êrîş li dar dikevin û dîyar ki bo herêma Îdlibê ku tekane rêka bidawîkirina aloziyê, agirbest e.

voa

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.