Duhê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê Sûriyeyê James Jeffrey kir.
Di civînê de behsa rewşa Sûriyeyê û gelê Kurd hate kirin û Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî tekez li ser domandina hewlên xwe yên bo lihev nêz kirina aliyên Kurdî li Sûriyeyê kir û anî ziman ku piştgîriya her pêngavek bo yekxistina aliyên Kurdî bo dabîn kirina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê dike.
Di heman civînê de giftûgo derbarê çawetiya hewldan bo rawestandin û dawî anîn bi şer li Sûriyeyê hate kirin û tekez li ser rol û bandora hêzên cîhanî û herêmî li Sûriyeyê û hewldanên wan yên hevbeş bo çareser kirina qirîza Sûriyeyê hate kirin.
Di dawiya civînê de her du alî behsa rewşa Îraqê û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta Îraqê û çawetiya çareser kirina kêşeyên Îraqê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin