Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Urdinê civiyan

têkiliyên navbera Urdin û Kurdistanê dostane û dîrokî ne
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Urdinê civiya û derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;

Îro şeme 15/2/2020 li bajarê Munichê me pêşwaziya wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefedî kir û di civînê de me derbarê rewşa Îraq û deverê û herwiha geşe pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Urdinê kir.

Me spasiya xudan şiko Şah Ebdulah kir bo piştîvaniya berdewam ji herêma Kurdistanê û aramiya rewşa Îraqê.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Urdinê silav û rêzên taybetî yên Şahê Urdinê jê me re gehand û eşkere kir ku têkiliyên bihêz yên dîrokî di navbera Urdin û herêma Kurdistanê de hene.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.