Serokwezîrê herêma Kurdistanê û Emîndarê Komkara Erebî civiyan û piştî civînê Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro şeme 15/2/2020 li bajarê Munichê me pêşwaziya Emîndarê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxeyis kir û hêvî xwest ku Komkara erebî roleke erênî bo dabîn kirina aramiyê li Îraqê bilîze.
Ji aliyê xwe ve Emîndarê giştî yên Komkara Erebî ezmûna herêma Kurdistanê bi nimûneyeke serkeftî ya desthilatdariyê li Îraqê wesif kir û ragihand ku ew yek jiber jêhatî û zanebûna Serkirdatiya Serok Mesûd Barzanî û we çê bûye.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de piştgîriya Komkara Erebî ji mafên gelê Kurd di çarçoveya Îraqê de diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin