Serokwezîrê Kurdistanê û Holendayê li Munichê civiyan û piştî civînê jî Serokwezîrê herêma Kurdistanê derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro şeme 15/2/2020 di civînekê de li gel Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte me behsa rewşa Îraq, deverê û geşe pêdana têkiliyên navbera Holenda û herêma Kurdistanê kir.
Her di heman civînê de me balkêşande ser bernameya kanîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî bo pir cur kirina abûrî û giringî dan bi prosesa hêlbirînê.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Holendayê behsa vê yekê kir ku li gel herêma Kurdistanê xudan têkiliyên bihêzin û li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorê berdewam dibin û herwiha hana kompaniyên Holendî didin daku geşe bi hêlbirîna Holendî li herêma Kurdistanê de bidin.
Serokwezîrê Holendayê stayîşa bernameya reformên îdarî û abûrî yên hikûmeta Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşkêş kirina hevkarî diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin