Îro li Munichê Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke parlementoya Almanyayê civiya û derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;
Îro şeme 15/2/2020 di çarçoveya konferansa ewlekariya Munichê de li gel şandeke parlementoya Almanyayê yaku ji tîmeke partiya sosiyal demokrat ya pêk hatî jî The Smiths, Karstin Shinader û Fighterz Fagnitroi pêk hatibû civiyan.
Hevdem li gel spas kirina hevkariyên Almanyayê yên bo herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge, me behsa karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir bi taybetî babeta pir cur kirina abûrî û çavkaniyên dahat û giringî dana zêdetir bi hêlbirînê li gor pêdeviyên herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve şanda Parlementerên Almanî behsa rola giring ya herêma Kurdistanê weke faktera aramiyê li Îraq û deverê de kir û tekez li ser giringî dan û domandina hevkarî û perwerde kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna DIŞIê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin