Steinmeier: Amerîka, Çîn û Rûsya dijî ewlekarîya cîhanê gefan çêdikin

dibêje lazime hewl bo dabîn kirina aramî û ewlekarî were dayîn
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier diyar kir ku rikeberîya di navbera Amerîka, Rûsya û Çînê de bo ewlekariya cîhanê gefan çêdike.

Steinmeier li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê da zanîn ku jiber wan her sê dewletan li qada navneteweyî bawerî û ewlekarî çênabe.

Wî da zanîn ku Amerîka hebûna civaka navneteweyî red dike, Rûsya hêza xwe ya sîyasî ji aloziya pevçûnên li sînorên Ewrupa digire û Çîn jî bi tenê li gor peymanên bo berjewendiyên wê tevdigere.

Steinmeier da zanîn ku ew rikeberîya di navbera her sê dewletan de dikare pêşbaziyeke nû ya bo çekên navokî çêke.

Serokkomarê Alman bang li dewletên Ewrûpa kir ku li hember her sê dewletan di hevsengîyê de bisekinin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.