Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munichê li gel Serokwezîrê Bulgariyayê civiya û piştî civînê li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro înê 14/2/2020 di çarçoveya konferansa ewlekarî ya Munichê de li gel Serokwezîrê Bulgaiya Boyko Borissov civiyan.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa niha ya Îraq, deverê û geşepêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Bulgariyayê kir.
Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser karnameya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî derbarê karasanî kirina zêdetir bo prosesa hêlbirîna navxweyî û biyanî.
Ji aliyê xwe ve Serokwezïrê Bulgariyayê diyar kir ku Kurd bi dostê xwe dizanin û amade bûna welatê xwe jî ya bo geşe pêdana zêdetir ya têkiliyên abûrî li gel herêma Kurdistanê diyar kir, bi taybetî di warê çandiniyê, torîzim û enerijiyê de.
Me herwiha giftûgo derbarê giriniya hebûna hemahengiya zêdetir bo rûbirû bûna terorê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin