Li bajarê Munichê Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê berevanî yê Îraqê civiyan û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro înê 14/2/2020 li bajarê Munich ya Almaniyayê me pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îraqê Necah Şemerî kir. Me di civînê de derbarê guhertin û pêşhatên Îraq û deverê kir û tekez li ser giringiya aramiya rewşa Îraqê kir.
Di berdewamiya civînê de me giftûgo derbarê hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kir û me balkêşande ser vê yekê ku em piştgîriya hikûmetek dikin ku piraniya pêkhateyên Îraqê piştîvaniya vê bikin û pêbendî mafên destûrî yên herêma Kurdistanê be.
Di dawiya civînê de me nîqaş li ser giringiya berdewam bûna hemahengiya zêdetir di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna gefên berdewam yên terorîstê DÎŞÎê kir..
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin