Erdogan dîsa gef li Esed kir

dibêje emê gelek bi dijwarî êrîşî ser hêzên Esed bikin
کوردستان TV
100%

Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di gotareke xwe de îro çarşem gef li rejîma Beşar Esed kir û got: Emê hem bi rêya bijahî û him jî bi rêya asmanî êrîşî ser hêzên Beşar Esed bikin.

Erdogan eşkere kir ku eger ji niha û pêde êrîşên rejîma Esed bo ser hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê bidomin vê demê artêşa Tirkiyeyê bi tundtirîn awayî bersifa wan êrîşan dide û hem bi rêya bejahî û him jî bi rêya asmanî û ji derveya sînorên rêkeftina Astanayê jî vê êrîşî ser hêzên rejîma Sûriyeyê bikin.

Weke tê zanîn ev du care artêşa Sûriyeyê li Îdlibê li artêşa Tirkiyeyê dide û heta niha 13 leşkerên Tirk hatine kuştin û zêdetir ji 20 leşkerên din jî birîndar bûne.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.