Kuştina xwepîşanderan berdewame

li bajarê ZÎqarê hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniyeke komîteya mafên mirovan ya Îraqê di nava 48 seatên derbasbûyî de di çarçoveya êrîşên çekdaran de bo ser xwepîşanderan li Bexda û Zîqarê xwepîşanderek hatiye kuştin û du xwepîşanderên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku koma şepqe şînan yaku ji aliyê tevgera Sedir ve hatibû damezrandin û êrîşî ser xwepîşanderan dikir, bi fermana Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir hatiye hilweşandin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.