Hevkariyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin

47 miliyon dolar bo pêşmerge dabîn dike
کوردستان TV
100%

Wezareta berevaniya Amerîkayê daxwaz ji Kongrêsê kiriye daku 740 miliyar dolar bûdceya sala 2021 ya wezareta berevaniyê bipejrîne.

Li gor jêderên nûçeyan wezareta berevaniya Amerîkayê li ser hevkariyên xwe yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibe û biryar daye ji bûdceya 2021an ya xwe bi qasî 47 miliyon dolar bo hêzên pêşmerge dabîn bike.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku wezareta berevaniya Amerîkayê ji heman bûdceyê bi qasî 200 miliyon dolar bo hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê jî dabîn dike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.