Li gor jêderên nûçeyan duhê êwarê 13 koçber li devera Çaldiranê ya ser bi Wanê ya li Bakûrê Kurdistanê bin berifê ketine û canê xwe ji dest dane.
Jêder behsa vê yekê dikin ku ev koçberên han dema ji Îranê derbasî Bakûrê Kurdistanê bûne, li devera Çaldiranê jiber zêde bûna berifê û sermayê, bin berifê ketine û canê xwe ji dest dane.
Rayedarên Tirkiyeyê jî behsa vê yekê kirine ku haya wan ji bûyerê heye lêbelê jiber zêde bûna berif, mêj û herwiha sermaya zêde niha nikarin tiştek bikin bo der xistina termên wan koçberan û li bendêne rewşa seqayê baş bibe daku cenazeyên wan derbixin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin