Piştî ku 7 welatiyên Kurd bi tawana kuştina oldareke Îranî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn girtin, dadgeha Îranê ya li bajarê Urmiyeyê cezaya darde kirinê dabû wan 7 welatiyên Kurd.
Pişt re jî dadgeha bilind ya Îranê heman ceza pesend kir û îro berbanga sibê ev ceza hate cîhbicîhkirin.
Bûyera kuştina oldareke Îranî sala 2018an qewmiye û tê gotin ku ev bûyer pilaneke spaha pasdaran û îtlaata Îranê bûye û ev 7 welatiyên han jî bûne qurbaniya vê pilana han.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin