Wezareta berevanî ya Rûsyeyê belav kir ku pergala berevanî ya mûşekî ya Pantsir-S dironek li Himeymîmê xistiye xwarê.
Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Rûsyeyê dema balefireke bê pîlot xwestiye xwe nêzî navenda leşkerî ya Himeymîmê bike, pergala berevaniya Pantsir-S kariye ev balefira han kefiş bike û pişt re ev balefir ji aliyê heman sîstemê ve hatiye xistin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev balefira han beriya bigehêje navenda leşkerî ya Himeymîmê bi mûşekên Pantsir- S hatiye xistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin