Dadgeha rejîma Îranê ya li bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê Jîngehparêzekî Kurd ceza kir.
Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, Jîngehparêzê Kurd û çalakvan Çiya Mihemedî jiber çalakiyên xwe yên jîngehparêziyê ji aliyê şaxê Sine ya dadgeha şoreşa Îranê ve bi 6 sal girtîgehê hatiye cezakirin.
Ev çalakvanê han beriya niha jî ji aliyê heman dadgehê ve bi hinceta endam bûn di partiyeke Kurdî de bi 5 sal girtîgehê hatibû cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin