Mezlûm Ebdî biryara ENKS‘ê pîroz kir

dibêje biryar xizmeta yekîtiya Kurdan dike
کوردستان TV
100%

Fermandarê giştî yê QSD‘ê biryara ENKS‘ê ya ji nû ve vekirina buroyên xwe li Rojava bi gaveke erênî nirxand.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî derbarê biryara Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya vekirina buroyên xwe li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir.

Ebdî got:" Biryara birayên ENKS‘ê ya jinûve vekirina buroyên xwe gaveke girîng di çarçoveya gavên avakirina baweriyan de ye.

Em vê gavê silav dikin û diyar dikin ku em ê tevahî kedan bidin da ku nêrînan nêzîkî hev bikin û yekitiya Kurdî ava bikin, ku li gorî wê her aliyek berpirsyartiyên dikeve ser milê wî bi cih bîne û bi awayekî çalakî çareseriyeke adil ji bo doza Kurdî ya li Sûriyê bibîne."

Fermandarê giştî QSD‘ê Mezlûm Ebdî bi armanca nêzîkirina nêrînên partiyên siyasî yên kurdî û avakirina yekrêziya Kurdî însyatîfek ragihand. Ev însyatîf ji aliyê gelek partî û aliyên Kurdî ve hate pêşwazîkirin.

Anha

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.