Çekdar û cîhadî dest bi êrîşên xwe kirin

şer û pevçûn li deverê de didomin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya alozî û pevçûnên heyî yên li Îdlibê de, piştî pêşrewiya berçav ya hêzên rejîma Sûriyeyê bi piştgîriya Rûsyeyê, li Idlib û derdorê, duhê çekdar û cîhadiyên opozîsyona Sûriyeyê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgîrîkirin, dest bi êrîşên xwe yên li dijî artêşa Esed kirin.

Li gor jêderên ji deverê, duhê li Îdlib, Bab û hin deverên din yên Rojavayê çemê Firatê, çekdar û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê êrîşî ser hêzên Sûrî û Rûsî kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku cîhadî karîne navendeke biçûk ya hêzên Rûsî jî kontrol bikin.

Weke tê zanîn di çarçoveya pevçûnên Îdlibê de Tirkiye jî gefa vê yekê kiribû ku raste rast êrîşî artêşa Sûriyeyê bike.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.