Şeva derbasbûyî wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tê de daxwaz ji welatiyên Kurdistanê kir daku serdana Çînê nekin.
Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji welatiyan kiriye daku bo pêşî girtin ji belav bûna vîrosa Koronayê ku li Çînê der ketiye û niha li 24 welatên cîhanê belav bûye, serdana Çînê nekin.
Weke tê zanîn zêdetir ji 10 roje vîrosa Korona li Çînê belav bûye û heta niha hijmareke zêde welatiyên Çînî canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin