Li gor jêderan duhê li devera Raşîdî ya li nêzî Helebê êrîşî ser karwaneke leşkerî ya Tirkiyeyê hatiye kirin.
Li ser vê mijarê navenda çavdirêya mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kir ku duhê hêzên ser bi artêşa rejîma Sûriyeyê li devera Raşîdî ya li Rojavayê Helebê êrîşî ser karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê kirine.
Navend derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nedaye û heta niha ne Sûriye û ne jî Tirkiye li ser vê mijarê ti zaniyarî nedane raya giştî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin