Civîna Serokê herêmê û Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyeyê destpê kir

îro danê nîvroyê gehêştibû Hewlêrê
کوردستان TV
100%

Piştî ku îro bi serdaneke fermî Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyeyê Michael Bogdanov bi serdaneke fermî gehêşte Hewlêrê û ji aliyê berpirsên têkiliyên derve Sefîn Dizeyî ve hate pêşwazîkirin, serî li nivîsîngeha Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da.

Niha civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Bogdanov didome.

Tê payîn di civînê de behsa rewşa Îraqê, rewşa deverê, rewşa Rojavayê Kurdistanê, têkiliyên navbera Rûsye û Kurdistanê û çawetiya bihêztir kirina têkiliyên han were kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.