Boris Johnson piştgiriyê dide plana Trump

duhê plan ragihandibû
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson piştgirî da plana Donald Trump ya ser aştiya Rojhilata Navin.

Berdevikê Johnson da zanîn ku Johnson û Trump axifîne û wî diyar kiriye ku plana ser Rojhilata Navîn dê bi awayekî erênî bandorê li siberojê bike’’

Johnson û Trump, demeke kin berî eşkerebûna planê jî axifîbûn.

Li gor plana Trump, temamê Orşelîmê dê bibe paytexta Îsraîlê û Fîlîstîn jî dê heta çar salan dewleteke serbixwe ava bike.

Karbidestên Îsraîlê didin zanîn ku plana Trump dikare rêya aştiyê veke û li alîyê din Fîlîstînî jî dibêjin ku ew plan pûç e.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.