Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê du ciwanên Kurd şêniyên bajarê Urmiyeyê jiber ku di salvegera damezrandina Komara Kurdistan ya li Mehabadê de şîrînî li ser xelk dabeş kirine ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve hatine girtin û bo cîheke nediyar hatine veguhastin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku rexmî hewldanên malbat û kesûkarên wan du ciwanan lêbelê heta niha ti zaniyarî li ser çarenivîsa wan nehatiye bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin