Mike Pempeo: Serweriya Îraqê bi zanebûn tê binpê kirin

dibêje emê zêdetir balyozxaneyê biparêzin
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî û wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo bi rêya telefûnê axeftin û behsa çend mijaran bi taybetî rewşa dawî ya Îraqê û êrîşên duhê bi şev yên bo ser balyozxaneya Amerîkayê kirin.

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî êrîşên han şermezar kir û tekez li ser parastina zêdetir ya  balyozxaneya Amerîkayê kir.

Ebdulmehdî herwiha behsa giringiya serweriya Îraqê û destwernedan di karûbarên navxweyî yên Îraqê de kiriye.

Ji aliyê xwe ve Mike Pempeo jî diyar kiriye ku êrîşên duhê yên bo ser balyozxaneya Amerîkayê ev yek nîşan didin ku serweriya Îraqê ji aliyê hin kesan ve bi zanebûn tê binpêkirin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.