Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel nunerê mesîhiyên her sê parêzgehên Dihuk, Hewlêr û Silmanî û firaksiyonên PDKê di civata parêzgehan de civiya.
Di civînê de ku nunerên Kildanî, Asûrî, Sûriyanî jî têde beşdar bûn giftûgo li ser kar û çalakiyên firaksiyonên PDKê di civatên parêzgehan de û rola civatên parêzgehan ya bo çareser kirina kêşeyan hate kirin.
Her li ser vê mijarê çend pêşniyar û têbînî bo baştir kirina çawetiya pêşkêş kirina xizmetgozariyan bi xelkê hatin pêşkêşkirin.
Di berdewamiya civînê de jî Serok Barzanî spasiya firaksiyonên PDKê kir û li ser çawetiya kar kirin û baştir xizmet kirina xelkê şîrtên pêwîst li wan kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin