Rewşa Îraqê jiber çekdarên ser bi Îranê aloze

dibêje lazime hikûmeta Îraqê erkê xwe cîhbicîh bike
کوردستان TV
100%

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek derbarê rewşa Îraqê de weşandiye.

Di daxuyaniyê de wezareta derve ya Amerîkayê behsa vê yekê kiriye ku jiber hebûna çekdarên ser bi Îranê li Îraqê de, niha rewşa Îraqê gelek aloze.

Wezareta derve ya Amerîkayê herwiha daxwaz ji hikûmet û aliyên têkildar yên Îraqê kiriye daku balyozxane û nuneratiyên dîplomatîkî biparêzin.

Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji meha Îlona 2019an ve heta niha çekdarên ser bi Îranê 14 caran êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê kirine.

 

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.