Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê berevanî yê Îraqê civiyan

behsa metirsiyên terorê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê berevanî yê Îraqê civiya û pişt re jî li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro şeme 25/1/2020 di civînekê de li gel wezîrê berevanî yê Îraqê Necah Elşemerî, me behsa pêşhatên dawî yên rewşa Îraqê kir û tekez li ser giringiya hemahengî û hevkariya navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge kir.

Di berdewamiya civînê de me diyar kir ku hîn jî terorîstên DIŞIê li çend deverên Îraqê bûne sedema gefên cidî bo ser şêniyan û lazime hemahengiyeke baştir di navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge de hebe û bi awayekî hevbeş rûbirûyê wan metirsiyên han bibin bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve wezîrê berevanî yê Îraqê hevdem li gel diyar kirina rêzdariya xwe bo hêzên pêşmerge weke beşeke ji pergala berevaniya Îraqê ku di têk birina DIŞIê de roleke giring hebûye,  amadebûna aliyên Îraqî jî ji bo hemahengiya zêdetir di vê warî de diyar kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.