Piştî ku nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê Sûriyeyê James Jeffrey diyar kiribû ku li Sûriyeyê di navbera hêzên Amerîkî û hêzên Rûsî de pevçûn qewmiye, îro wezareta berevanî ya Amerîkayê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî ji aliyê Peyvdarê wezareta berevanî Jonathan Hoffman ve bo raya giştî hate eşkere kirin û diyar kir ku em weke wezareta berevanî haya me ji pevçûnê nîne.
Hoffman diyar kir ku hêzên Amerîkî li deverê di cîhekê de ku lazime hebin hatine bicîhkirin û hêzên Rûsî jî vê yekê dizanin.
Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku bo derneketina pevçûn û aloziyan hewlên pêwîst tên dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin