Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê weriziş û karûbarên ciwanan ya Îraqê civiya û li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro pêncşem 23/1/2020 di civînekê de li gel wezîrê weriziş û karûbarên ciwanan ya hikûmeta Îraqê Ehmed Elubeyidî me giftûgo li ser berfiretir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî di warên weriziş (spor) kir.
Me herwiha tekez kir ku lazime kêşe û astengiyên siyasî li berdem bihêztir kirina têkiliyên werizişî yên di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî de nebin asteng bi taybetî li berdem beşdariya herêma Kurdistanê di çalakiyên werizişî yên Îraqî û navnetewî de.
Ji aliyê xwe ve wezîrê weriziş û karûbarên ciwanan ya Îraqê jî amade bûna wezareta han bo pêşde birina têkiliyên werizişî li gel herêma Kurdistanê û bihêztir kirina zêdetir ya çalakiyan di vê warê de diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin