Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, jiber qirîza darayî yaku li Îranê ev demêke serîhildaye, dezgehên fermî nikarin mûçeya karmendên xwe bidin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku yek ji wan dezgehên fermî yên hikûmetê ku mûçeyên mehane yên karmendên xwe nedaye Şaredariya bajarê Seqizê ye û ev 8 mehe ev şaredarî ti pereyek nedaye karmendên xwe.
Jêder eşkere kirine ku piraniya şaredariyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo dayîna mûçeya karmendên xwe rastî asteniyên mezin yên darayî hatine lewre hewl bo kêm kirina hijmara karmendên xwe didin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin