Brian Hook: Çarenivîsa Qaanî jî weke ya Qasim Silêmanî dibe

dibêje Îran nikare boşatiya Qasim Silêmanî dagire
کوردستان TV
100%

Nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê Îranê Brian Hook derbarê diyar kirina Îsmaîl Qaanî bo postê Fermandariya spaha Qudis ya Îranê ku pêştir Qasim Silêmanî Fermandarê vê bû diyar kir ku çarenivîsa Qaanî jî weke ya Silêmanî dibe.

Hook eşkere kiriye ku kuştina Qasim Silêmanî boşatiyeke mezin bo Îranê çê kiriye û Îran bi ti awayî nikare vê boşatiya han pir bike.

Hook tekez li ser vê yekê kiriye ku eger Qaanî jî weke Qasim Silêmanî tev bigere vê demê çarenivîsa vî jî weke ya Qasim Silêmanî dibe.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.