Meydana Teyran hate daxistin

nahêlin kes bikeve vê meydanê
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya xwepîşandanên heyî yên li Bexdayê de, duhê bi şev li meydana Teyran ya li Bexdayê de jî xwepîşandaneke berfire hate kirin.

Xwepîşander meydana Teyran daxistin daku hêzên hikûmetê nikarin biçin vê meydanê.

Piştî demeke kêm ji daxistina vê meydanê pevçûn di navbera hêzên ewlekarî û xwepîşanderan de qewmî û tê gotin çend kes jî birîndar bûne.

Piştî vê pevçûnê dîsan xwepîşander bi dadana agirê meydan dubare daxistin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.