Nêçîrvan Barzanî: Lazime Demîrtaş were azad kirin

li gel Almonitor hevpeyvîn kiriye
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke xwe de ya li gel Al Monîtor de behsa çend mijarên girîng kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna han de behsa rewşa Îraqê û aloziyên heyî yên li Îraqê, aloziyên navbera Îran û Amerîkayê jî kiriye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku her yek ji Koşka Spî û Tehran bi awayekî cuda vî vexwandina ku serdana wan welatan bike.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku vê di çarçoveya komcivînên Davosê de li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence dicive û behsa çend mijaran dike.

Derbarê aloziyên navbera Îran û Amerîkayê de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku ev naxwazin ne Kurdistan û ne jî Îraq bibe qada şerê navbera Îran û Amerîkayê.

Nêçîrvan Barzanî herwiha gotiye em ji Îranê natirsin lêbelê siyaseta me li ser esasê rêzgirtinê ye.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî Serokê herêmê diyar kiriye ku lazime pirsa Kurd li Sûriyeyê di çarçoveya Sûriyeyê de were çareserkirin lê mixabin rejîm û eqiliyeta Besê weke dîwarekê ye. Lazime di navbera Kurdan û rejîma Sûriyeyê de diyalog hebe û ew her du lazime di navbera xwe de kêşeyên heyî bi diyalogê çareser bikin û min daxwaz ji Kurdan kiriye ku diyalogeke bihêz li gel rejîma Sûriyeyê bidomînin.

Derbarê têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku têkiliyên navbera wan du aliyan hertim girîng bûne û niha jî başin.

Derbarê dubare destpê kirina prosesa çareseriyê û aştiyê li Tirkiyeyê Barzanî diyar kiriye ku hîn jî hêviya wan bi vê yekê heye û lazime pirsa Kurd bi diyalog û aştiyê were çareserkirin û lazime Selahedîn Demîrtaş jî were azadkirin û di danûstandinên aştiyê de rola vî hebe.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.